Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hat erkdarkirin, behsa xebatên xwe yên ji bo parastina sindoqan û nirxandina fikarên li ser mijarê ji ANF’ê re kir.
Avci, diyar kir ku Tirkiye li serê du rêyan e, 14’ê Gulanê ya wê lê bibe ronî ya jî wê bimîne di tariyê de û wiha pê de çû: ‘’Salên çûyî, me dît ku ji bo hilbijartin ji dest neçe, çi kirin. Dost û dijminan, hêza me dît. Wê bandora hêza me li guherînê gelek bibe.
Ewlehiya sindoqan ji bo me, gelek giring e, eger em tidarekên xwe nekin, gava sindoqan dikin yek ne diyar e ku wê çi bi dengan bibe. Mişahid perwerde bûn, ewlehiya sindoqan hatiye kirin. Li ser navê Partiya Çepên Kesk wê hevalên me rûnin. Wê girtek bên girtin. Li ser navê partiya me, wê hevalên me xwedî mafê destwerdanê hebin. Lê ev ne bes in, ger ew roj karê gelê me nîn be, bila terqa qada sindoqan û hewişên dibistanan neke. Endamên me yên di nav desteya sindoqan de û mişahid divê eseh mazbataya sindoqê bigirin. Piştî jimartina dengan formek heye, di wê formê de çend deng hatine dayîn, çend deng nehatine hesabkirin, desteya sindoqê dinivîse mohr dike. Hemû hevalên me yên di nav desteya sinodê de, divê îmze bikin. Ger mirov vê mazbatayê nestîne, mirov nizane bê wê çi bi sindoqê bibe. Ev, mafê me yê zagonî ye, bila fotokopiyê wê bê kişandin û ji cihê eleqedar re bê şandin.’’
'QADÊN SINDOQAN NETERIKÎNIN'
Avci, di der barê ewlehiya sindoqan de, ev hişyarî jî kirin: ‘’Desteya sindoqê, mazbatayê li cihekê ku gel bibîne, dadileqîne. AKP, li lênûskê dinivîse û dibe. Ev belgeyeke ku hesab nabe, belge bi îmzeya şil ji bîr nekin. Ajansa Anadolûyê, bi hîleyan AKP’ê li pêş nîşan dide, ji wê boneyê hevalên me terqa qadên sindoqan dikin. Wisa nekin û terqa qadên sindoqan nekin. Divê mirov hakimê lîsta hilbijêran a sindoqê be. Piştî nîvro hilbijêrên hatine û nehatine divê mirov keşf bike û biçe wan bîne. Bila gelê me bêyî dudilî dengê xwe bide. Ev hilbijartin gelek stratejîk in.’’